Tebax 06, 2020 11:21 Asia/Tehran
  • Balyozê Rûsiyê li Bexdayê û Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê hevdu dîtin

Maksîm Maksîmov, Balyozê Rûsiyê li Bexdayê di hevdîtina digel Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li ser xurtkirina pêwendiyên du welatan pêgirî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Balyozê Rûsiyê li Bexdayê û Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê her wiha di vê hevdîtinê da asoyên pêwendiyên dualî bi armanca berjewendiyên du welatan hilkolandin.

Balyozê Rûsiyê li Bexdayê di vê hefteyê da bi çend rayedarên iraqî ra axiviye.

Wî roja Duşemiyê di hevdîtina bi Qasim E'recî Wezîrê karên hundir ê berê û Şêwirmendê Ewlehiyê yê niha yê Iraqê ra li ser meyl û meraqa Moskovayê jibo xurtkirina pêwendiyan bi Bexdayê ra pêgirî kir.

 

 

Serepeyv