Tebax 05, 2020 23:30 Asia/Tehran
  •  Iraq- 2 hezar û 834 kesên din bi koronayê ketine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên 24 saetên bûrî yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor amarên herî dawî, li Iraqê 2 hezar û 835 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha wezaretê eşkere kiriye; 77 kesan ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest dane.

Li ser hejmara kesên ku baş bûne, Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê destnîşan kir; di 24 saetên bûrî de 2 hezar û 339 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Bi vî awayî li Iraqê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihişt 137 hezar û 556 kesan û hejmara mirinên ji ber koronayê jî gihişt 5 hezar û 94 kesan. Herwiha heta niha 98 hezar û 442 kes jî baş bûne.

Serepeyv