Tebax 01, 2020 08:06 Asia/Tehran
  • Mistefa El-Kazimî roja lidarxistina Hilbijartina Berwext a Parlimanê ragihand

Mistefa El-Kazimî Serokwezîrê Iraqê roja Îniyê roja lidarxistina Hilbijartina berwext a Parlimanê li vî welatî ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, Mistefa El-Kazimî di axaftineke televîziyonî da got ku Hilbijartina berwext a Parlimanê dê roja 6ê Hezîrana 2021ê were lidarxistin.

Wî soz da ku hilbijartinê bi awayekî edlane, zelal û dûr ji destwerdana aliyên siyasî li dar xîne.

Dawîn hilbijartin aParlimanê li Iraqê roja 12ê Gulana 2018an hat lidarxistin ku tûşî rexneyên berfireh derbarê sextekariyên hilbijartinê hat.

 

 

Serepeyv