Tîrmeh 31, 2020 14:02 Asia/Tehran
  • Qeys El-Xez'elî: Amerîka li fikra talankirina petrola Iraqê ye

Sekreterê giştî yê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: Jibo Amerîkayê tenê petrola Iraqê girîng e û ji ber vê yekê li dû talankirina heyitiya vî welatî ye.

Li gorî rapora malpera Ehdê, Qeys El-Xez'elî, Sekreterê giştî yê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: Amerîkayê dil heye hewcetiyên gelê Iraqê jibo bidestxistina armancên xwe bi kar bîne û tu wextî girîngî nedaye miletê Iraqê.

Qeys El-Xez'elî tevî amajeya bi xwenîşandanên vê dawiyê li Iraqê got: Hin medyayên ku pere ji derve distînin, xort bêhêvî û bedbîn kirine.

Rojên dawî li hin navçeyên Iraqê careke din xwenîşandana dijî dewletê li dar ket.

 

 

Serepeyv