Tîrmeh 28, 2020 23:18 Asia/Tehran
  • Çend roket li baregeha çekdarên amerîkî li nêzikî firokexaneya Bexdayê ketin

Medyayên iraqî êvara Sêşemiyê qala lêketina çend roketan li baregeha leşkerî ya Vîktoriyayê li derdora firokexaneya navneteweyî ya Bexdayê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kanala Dicleya Iraqê êvara Sêşemiyê ji zarê çavkaniyekê li vî welatî ragihand ku çend mûşekên Katiyoşayê li kemp û baregeha Meleke Vîktoriya li nêzikî firokexaneya Bexdayê ketine.

Kanala Sûmiriyê jî ev yek piştrast kir.

Baregeha Vîktoriyayê ji baregehên girîng ên asimanî yên Amerîkayê li Iraqê ye ku nizkî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ye û banda daketinê jibo cûreyên firokeyan heye.

 

 

Serepeyv