Bexda- 2 teqînên mezin li binkeyên serbazî pêk hatin
Tîrmeh 26, 2020 23:52 Asia/Tehran
Êvara îro roja yekşemê 26.07.2020an çend teqînên mezin li binkeya serbazî ya Seqer a li Bexdayê pêk hat.
Odeya Ragihandinê ya Asayîşa Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir 2 teqînên mezin li binkeya Seqer a ya artêşa Iraqê pêk hatin. Herwiha medyaya Iraqê jî belav kiriye ku 3 teqînên mezin li binkeya Seqer çêbûne.
Binkeya serbazî ya Seqer li herêma Seydiye li nêzîkî rêya serekî ya Hîle – Bexdayê ye û ligor zanyariyên medyaya Iraqê teqîn di ambara çekan de pêk hatiye.
Hîn derbarê kuştî û birîndar û xisarên muhtemel ên van teqînan ti agahiyek li ber destan de nîne. Herwiha hîn sebeba van teqînan nehatiye ragihandin.