Iraq- 78 kesên din bi Koronayê mirine
Tîrmeh 26, 2020 22:55 Asia/Tehran
Wezareta Tenudristîya Iraqê amara Koronayê di 24 saetên burî de li seranserî Iraqê belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin 78 kesên din bi Koronayê mirine û 2 hezar û 459 kesên din jî bi Koronayê ketine.
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Iraqê di heyama 24 saetên burî de 2 hezar û 459 kes bi koronayê ketine. Herweha 78 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine û hezar û 900 nexweş jî baş bûne.
Heta niha jimara ew kesên ku bi Koronayê ketine gehiştiye 110 hezar û 32 kesan û 4 hezar û 462 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine û 75 hezar û 217 kes jî bi temamî baş bûne. Niha 30 hezar û 453 kes di nexweşxaneyan de ne li bin çavdêrîya pizîşkî.