Çakdarên biyanî ji baregeha Besmayê ya Iraqê derketin
Tîrmeh 25, 2020 20:54 Asia/Tehran
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Bexdayê, hevpeymnaniya qaşo dijî DAIŞê îro baregeha leşkerî ya Besmayê li rojhilata Bexdayê radestî hêzên iraqî kir.
Hêzên Hevpeymaniya navneteweyî bi fermandetiya Amerîkayê, baregeha leşkerî ya Besmayê li nêzikî Bexdayê vala kirin û ew radestî hêzên Iraqê kirin.
Baregeha Besmayê di bîst kîlomitriya rojhilata Bexdayê ye û çekdarên spanyayî li vê baregehê hêzên iraqî hîn dikirin.