Tîrmeh 24, 2020 11:54 Asia/Tehran
  • Misir li hemberî dewleta Tirkiyê têkiliyên xwe bi pêkhateyên Iraqê re xurt dike

Misirê ji bo ku hêza Tirkiyê li Iraqê qels bike, kar û xebata xwe berfirehtir kir û ji pisporan xwest ku têkiliyên bi Kurdên li Sûriyê û Iraqê re baş bikin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Al-Monitor ragihand ku rûbirûbûna Misirê bi Tirkiyê re ne tenê Lîbyayê heye, lê belê li Iraqê jî derdikeve hole. Artêşa Tirkiyê êrişî Herêma Kurdistanê kir, di vê derbarê de Iraqê Tirkiye tawanbar kir ku serweriya Iraqê binpê dike û rêzê ji pîvanên cîrantiyê re nagire.

Misirê ji nakokiyên Iraq-Tirkiyê sûd wergirt û ji bo xurtkirina têkiyên xwe yên bi Iraqê re kar û xebat berfireh kir. Di vê çarçoveyê de, Qahîreyê li dijî Tirkiyê piştgiriya têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên bi Bexdayê re kir û Wezareta Karên Derve ya Misirê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ya di 19’ê Hezîrana derbasbûyî şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Misirê 3’yê Tîrmehê sûcên Tirkiyê yên li dijî Iraqê şermezar kirin û da zanîn ku kiryarên wiha nayên qebûlkirin û gefan li ewlehî û aştiya her du herêman dixwe.

Misir hewl dida bi Iraqê re lihevkirineke aborî çêke di demekê de ku Bexdayê berjewendiyên bazirganiyê yên bi Tirkiyê re kêm dike û bi vê yekê bersiva destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê re dide.

Her wiha Misirê hewldana zêdekirina hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê li Iraqê dike, 24’ê Hezîranê wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî dixwaze diyalogên sêalî bi Misir û Urdinê re çêke û nîqaşa hevkariya li dijî terorê bike.

Mamosteyê zanistên siyasî yê li Zanîngeha Qahîreyê Tariq Fihmî got Misir bi rêya têkiliyên xwe yên bi Iraqê re hebûna Tirkiyê li Iraqê tengezar dike.


 

 

Serepeyv