Sehaf: Ji bo dawîanîna êrişên Tirkiyê, Iraq gotûbêjan dike
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sahef bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û got;” Ji bo dawîanîna êrişên Tirkiyê Iraq gotûbêjan dike.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahef tevlî bernama kanala Mihur a Misrê bû û bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên ser xaka Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahef got;”Êrişên dewleta Tirkiyê ziyanek zêde li welatiyên bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) xistiye. Kiryarên Tirkiyê yekalî ye. Ti hemahengiya wê li gel dewleta Federal a Iraqê nîne. Li gel me gelek kartên zextê hene û dikarin mijarê biben Konseya Ewlehiya Netweyên Yekbûyî. Lê riyên çareseriyê yên siyasî hîn jî kar dike.”
Ehmed Sahef bersiva pirsa,’Gelo baweriya we bi sozên dewlet Tirkiyê tê’ wiha da;”Baweriya me bi berjewendiyên welatê me tê. Dema ku Iraq gihêşt tişta ku dixwaze, eger hemahengiya siyasî û dîplomasî li ser berjewendiyên Iraqê be û serweriya Iraqê biparêze, wê demê îhtimala çareserkirina pirsgirêkan heye.”
Ehmed Sahef destnîşan kir ku gotûbêjên siyasî ji bo berjewendiyên herdu aliyan e û dibe sedema riya çareseriya hevbeş û got;”Em bi bingehên dîplomasî ve girêdane ku xeta destpêkê û dawî ya ji bo berjewendiyên Iraqê ye. Hêzên çekdar ên Iraqê bêyî cudahî rû bi rûyî DAIŞ’ê û komên radîkal bûne. Hemahengiya navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di asta herî jor de ye. Em timî li pey çareseriya dîplomasî û siyasî digerin. Em Hêvîdarin ku ev herdu rê di demek kin de pirsgirêkê çareser bike.”