Rojnameya tirkiyeyî qala biryara Amerîka, Misir û Imaratê jibo piştevaniya ji PKKê li Iraqê kir
Tîrmeh 22, 2020 17:04 Asia/Tehran
Rojnameya HaberTurkê di nivîsarekê da hin hûrgillî ji tevgerên hevdem ên Amerîka, Misir û Imaratê jibo piştgiriya ji PKKê li bakurê Iraqê weşand.
Li gorî rapora Fars Newsê, Rojnameya HaberTurkê nivîsîye: "Amerîka ku aşkira li Sûriyê çekan dide PKKê, hevdem digel destpêbûna operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Heftanînê, nivîsek pêkhatî ji hûrgilliyên 12 nuqteyan li Xakûrk û Heftanînê jibo rayedarên Tirkiyê ra şandiye û ji wan xwestiye ku bila tu firokeyeke naskirinê ya Tirkiyê li ser wan navçeyan nefire an operasiyona leşkerî pêk neyne."