Tîrmeh 20, 2020 22:35 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê dê sibe Sêşemiyê were Têhranê

Mistefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê ra, dê sibe anku Sêşemiyê di serê desteyeke payebilind a siyasî û aborî were Têhranê.

Elîriza Muezî, Alîkarê Têkilî û Ragihandinê yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê got: Piştî rêûrisma pêşwaziya fermî ji Mistefa El-Kazimî Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê va, derdem desteyên fermî yên du welatan gotûbêjên xwe yên fermî dest pê dikin.

Alîkarê Têkilî û Ragihandinê yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Piştî gotûbêjên dualî yên desteyên Îran û Iraqê û civîna xusûsî ya Kazimî û Rûhanî, gotûbêjên hevpar ên desteyên bilind ên du welatan bi amadebûna Ishaq Cehangîrî, alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê were lidarxistin.

Li gorî gotina Alîkarê Têkilî û Ragihandinê yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Serokwezîrê Iraqê di sefera xwe ya durojî bo Îranê her wiha dê bi Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ra hevdîtin bike. Ewê her wiha hevdîtinekê bi Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî jî pêk bîne.

Wezîrên karên derve, petrol, heyîtî, berevanî, tendurustî û Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê hevrêtiya kazimî di sefera wî ya bo Têhranê dikin.

 

 

 

Serepeyv