Tîrmeh 20, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • El-Amirî: Divê hikumeta Iraqê li hember destwerdana dewleta Tirkiyê bê deng nemîne

Serokê Hevalbendiya Fetih Hadî El-Amirî îro bang li hikumetê kir ku ji bêdengiya xwe li hember destwerdana dewleta Tirkiyê a li dijî xaka Iraqê derkeve û tedbîrên dîplomatîk di vî warî de bigire.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA) ji zarê ajansa Someriye, El-Amirî di daxuyaniya xwe de got: “Em bi fikar destwerdana dewleta Tirkiyê a fireh a li dijî bakurê Iraqê dişopînin. Hincet çi dibe bila bibe, ev nayê qebûlkirin. Tu bihaneyeke navdewletî yan jî qanûnî yan jî çarçoveyeke rewa ji vê destwerdanê re nîn e. Destwerdana dawî ji êrişên berê ji aliyê kûrahiya destwerdanê û dema wê ve cudatir  e.”

El-Amirî destnîşan kir ku nîşaneyên vê destwerdanê xeternak in, bi taybet li gel ku Tirk dixwazin kembereke ewlehiyê mîna kembera li bakurê Sûriyê ava bikin.

El-Amirî hişyarî ji plana hikumeta dewleta Tirkiyê da û bang lê kir ku yekser ji xaka Iraqê vekişe.

Her wiha El-Amirî bal kişand ser ku destwerdana dewleta Tirkiyê ne ji berjewendiya her du welatên ku xwedî têkiliyên dîrokî, olî, biratî û aborî ne. Di heman demê de El-Amirî bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û tevahî tedbîrên dîplomatîk û siyasî yên guncaw ji bo bidawîkirina van êrişên domdar bigire û vê mijarê bixe rojeva Komkara Erebî, Rêxistina Kongreya Îslamî û qadên navdewletî.

El-Amirî diyar kir ku divê hêzên nîştimanî yên Iraqê hemû ji bo parastina serdestiya Iraqê û bidawîkirina van destwerdanan, yek helwestê nîşan bidin.

 

 

 

 

Serepeyv