Li Iraqê 2 hezar û 23 kesên din bi vîrusa korona ketin
Îro 17.07.2020ê li Iraqê 2 hezar û 23 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona hatin destnîşan kirin.
Wezareta tenduristî û jîngehê ya Iraqê amarên 24 saetên borî yên pêketiyên vîrusa korona belav kir û ragehand, 2 hezar û 23 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona hatine tomar kirin û herwaha ji duh ve heta naha 94 kesên din ên pêketiyê vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragehand, ji duh heta naha ve 2 hezar û 179 kes jî baş bûne û li seranserê Iraqê ji vîrusa korona rizgar bûne.
Heta naha li Iraqê 88 hezar û 171 kes wek pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 3 hezar û 616 kesan jî ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 56 hezar û 495 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne. 28 hezar û 60 pêketiyên vîrusa korona hîn li nexwaşxanên wî welatî di bin çavdêriya pizişkî de tên derman kirin.