6 çete li başûrê Kerkûkê hatin kuştin
Tîrmeh 16, 2020 16:12 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî qala kuştina 6 têrorîstên DAIŞê di operasiyoneke ewlehiyê li başûrê Kerkûkê kirin.
Li gorî Tasnim Newsê ji zarê Sûmiriyê, Yekîneya têkoşîna dijî têrorîsmêî ya Iraqê bi daxuyaniyekê qala kuştin 6 bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê kir.
Her wiha li navçeya Ebû Xureyb a rojavaya Bexdayê têrorîstek û li navçeya Taciyê ya bakurê Bexdayê jî sê têrorîstên DAIŞê hatin girtin.