Sibat 14, 2020 12:54 Asia/Tehran
  • Bandeke terorîstî li Mûsilê îmha bû

Artêşa Iraqê duh bandeke terorîstî li Mûsilê navenda parêzgeha Nînuwayê ji nav bir.

Li gor IRIB Newsê, artêşa Iraqê ragihand: Ev bandê terorîstî li devera Hemam El-Elîl ya bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nînuwayê hat jinavbirin.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê di êrîşeke çekdarî de li sênorê qezaya Xaneqînê ya parêzgeha Diyalê 3 kes hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Herwiha terorîstên DAIŞê derengiya şeva pêncşemê 13 Sibatê  êrişî gundê  Beharî Taze yê kurdên Kakeyî yê ser bi Xaneqînê kirin,  di encama vê êrişê de zilamek û kurê wî kuştin û 10 sivîl û endamên hêzên ewlehiya Iraqê jî birîndar bûn.

Hat gotin ku piştî wî şerî bombek jî bi hêzên Iraqî de teqiyaye ku di encamê de 11 kes birîndar bûn ku çar ji wan hêzên artêşa Iraqê ne, yek efserekî artêşê ye.