"Seddam"ê DAIŞê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306743-seddam_ê_daiŞê_hat_girtin
Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê bi daxûyaniyekê qala girtina DAIŞiyekî bi navê Sedam Hisên Salih Hemdûnî li başûrê rojavaya Kerkûkê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2019 06:36 Asia/Tehran

Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê bi daxûyaniyekê qala girtina DAIŞiyekî bi navê Sedam Hisên Salih Hemdûnî li başûrê rojavaya Kerkûkê kir.

Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê roja Yekşemiyê (duh) daxûyaniyek li bara girtina têrorîstekî DAIŞê bi navê Sedam Hisên Salih Hemdûnî weşand.

D vê daxûyaniyê da hatiye ku Sedamê DAIŞê ji aliyê navenda "Quwet ul Imameyn" ya ser bi Rêxistina Heşda Şeibî roja Çarşemiyê li başûrê rojavaya Kerkûkê hatiye girtin.

Rêxistina Heşda Şeibî destnîşan  kir ku Sedam Hisên Hemdûnî ji şêniyên Mûsilê ye ku di gordana Istixbarata DAIŞê da dixebitiye û kurapê Ebu Leys Ensarî waliyê DAIŞê yê Mûsilê di sala 2014an da ye.

Rêxistina Heşda Şeibî heftiya bihurî jî du kes ji serçeteyên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê girtin.