Opêrasyona Vîna Serketinê didome, 12 gund li bakura Bexdayê hatin ramalînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306490-opêrasyona_vîna_serketinê_didome_12_gund_li_bakura_bexdayê_hatin_ramalînê
Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Artêşa Iraqê ragihand ku 12 gund li bakura Bexdayê di encama qonaxa duyem a Opêrasyona Vîna Serketinê de bi pişkdarîya hêzên heşdi Şeibîyê hatin ramalînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2019 13:57 Asia/Tehran
  • Opêrasyona Vîna Serketinê didome, 12 gund li bakura Bexdayê hatin ramalînê

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Artêşa Iraqê ragihand ku 12 gund li bakura Bexdayê di encama qonaxa duyem a Opêrasyona Vîna Serketinê de bi pişkdarîya hêzên heşdi Şeibîyê hatin ramalînê.

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Artêşa Iraqê îro ragihand: Hêzên Artêşa Iraqê digel çiqa 12 ya hêzên Heşdi Şeibîyê, 12 gund li deverên nêzîkî Tarimîyê li bakura Bexdayê ji paşmayîyên DAIŞ`ê ramalîn.

Cîgirê Fermandeyê Opêrasyona Hevpar a Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarullah jî duh ragihand ku qonaxa duyem a Opêrasyona Vîna Serketinê ligorî fermana Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê bi armanca xurtkirina ewlehî û istiqrara deverên bakura Bexdayê û deverên derdorê li parêzgehên Dîyale, Selahedîn û Al Anbarê destpê bû.

Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê Adil Ebdulmehdî û Cîgirê Serokê Heşdi Şeibîyê Ebû Mehdî Muhendis û Wezîrên Berevanî û Karên Hundur ên Iraqê berpirsên çavdêrîya ser wê opêrasyonê ne.

Qonaxa yekem a Opêrasyona Vîna Serketinê jî di 7`ê Tîrmehê de bi armanca ramalîna 30 hezar kîlomêtr ji deverên çol û beyar ên sê parêzgehên Al Anbar, Selahedîn û Nêynewayê destpê bû.