Daxûyanîya Serokomarîya Iraqê derbarê hevdîtina Berhem Salih û Mesrûr Barzanî de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306330-daxûyanîya_serokomarîya_iraqê_derbarê_hevdîtina_berhem_salih_û_mesrûr_barzanî_de
Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de peywendîyên dualî û alûgurên sîyasî yên navçe û cîhanê hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2019 04:18 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Serokomarîya Iraqê derbarê hevdîtina Berhem Salih û Mesrûr Barzanî de

Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de peywendîyên dualî û alûgurên sîyasî yên navçe û cîhanê hilkolandin.

Ligorî rapora Malpera Ragihandinê ya Dezgeha Seromoartîya Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevdîtina digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de pêgirî ser hevdengî û dîyaloga avaker jibo çareserkirina hemî pirsgirêkên çaresernekirî di navbera dewleta fêdêral a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de anegorî destûra bingehîn, berjewendîyên netewî û dadperwerîyê kir û derbarê lihevkirina alîyên sîyasî di çaçrova jordabirina asta peywendîyan û rakirina berbendên ser rêya dabînkirina xizmetan jibo gelê Iraqê dilnîyabûna xwe nîşan da.

Mesrûr Barzanî jî got ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê hez dike gotûbêja digel dewleta fêdêral were zêde kirinê û destûra bingehîn di çaçrova garantîkirina serêxwegirtina berjewendîyên hevpar û xurtkirina biratîya di navbera her du alîyan de were berçavgirtinê.

Ligorî wê daxûyanîyê, Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de herwiha alûgurên sîyasî yên navçe û cîhanê hilkolandin.

Şayanî gotinê ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdstana Iraqê duh digel taximeke pilebilind  a pêkhatî ji

Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrên Dadwerî, Pêşmerge, Navxweyî û Aborî yên Herêma Kurdistanê çûn Bexdayê.