Li Kerkûkê hikmê girtina jina pesindera Seddam û Rêjîma Beisê hate dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306279-li_kerkûkê_hikmê_girtina_jina_pesindera_seddam_û_rêjîma_beisê_hate_dayînê
Dadgehekê li Iraqê fermana girtina jinekê ku li şarê Kerkûkê pesna Seddam û Rêjîma Beis dabû, da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2019 09:01 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê hikmê girtina jina pesindera Seddam û Rêjîma Beisê hate dayînê

Dadgehekê li Iraqê fermana girtina jinekê ku li şarê Kerkûkê pesna Seddam û Rêjîma Beis dabû, da.

Di xwenîşandana nerazîyên kerkûkî yên dijî lihevkirina PDK û YNK`ê ya têkildarî bijartina Teyyîb Cebbar Emîn jibo posta Parêzgarîya Kerkûkê de, jinekê pesna Seddam û Rêjîma Beisê dabû ku dadgehekê fermana girtina wê da.

Rena Hemîd xelka Remadîyê ye ku pesna Seddam û Rêjîma Beisê daye, lewma dadgehê fermana girtina wê da.

Wê dema xwenîşandana Erebên Kerkûkê himberî lihevkirina PDK û YNK`ê têkildarî bijartina parêzgarekî Kurd jibo Kerkûkê ku roja Înîyê hat lidarxistinê, got: Hûn ne nunerê Ereban in, hey gelî xayînan, nunerên xayîn û dewlet, hûn gotinên min erê dikin yan na? Her partîyek, her kesek ne xwedanrûmet e. Em Beisî ne, Em Seddamî ne. Em Iraqê radest nakin.

Piştî bertekên tund himberî wan gotinan, hin sazî û dezgehên hikûmî û medenî li dadgehê doz vekirin û fermana girtina wê jinkê hat dayînê û Navenda Polîsên kerkûkê ragihand ku ew revîye.