YNKê xwenîşandana erebên Kerkûkê handêr û bi tehrîk da zanîn
Alîkarê berpirsê Rêxsitina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê destnîşan kir ku xwenîşandana erebên vê parêzgehê li dijî tayînkirina parêzgarê Kurdm dibe sebeba pêkhatina duberetiyê navbera qewm û etnîkên cûrbicûr.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Idrîs Hec Adil, Alîkarê berpirsê Rêxsitina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê êvara Îniyê di gotûbêja digel malpera Bexdad El yewmê tevî pêgiriya li ser vêya ku xwenîşandana bi dehan kes ji welatiyên ereb li vê parêzgeha kêşeliser li dijî tayînkirina parêzgarekî Kurd, destpêka duberetiya navbera qewmên cûrbicûr ên parêzgehê ye, got ku ev xwenîşandan beşek ji kiryarên handêr li dijî Kurdan e.
Hecî Adil got: Ev kiryar nîşana rêznegirtina li Dêmokrsiyê ye.
Alîkarê berpirsê Rêxsitina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê her wiha got: Qanûna Bingehîn a Iraqê li ser vê yekê pêgiriyê dike ku pirranî divê desthilatdar be, wisa ku şîe wek gelheya pirranî li welêt posta serokwezîrtiyê bi dest dixin, li Kerkûkê jî gelheya pirranî Kurd in û 26 Kursî ji 41 Kursiyên Konseya parêzgehê di destê Fraksiyona Biratiyê (hevpeymaniya Partiyên Kurdan) da ye; Loma ji hêla qanûnî, dêmoratîk û hiqûqî mafê wan heye ku parêzgar hilbijêrin.