Iraq dê xerametê bide êxsîrên ji destê DAIŞ`ê azadbûyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305914-iraq_dê_xerametê_bide_êxsîrên_ji_destê_daiŞ_ê_azadbûyî
Serokê Sazîya Koçber û Penaberan a Iraqê li Parêzgeha Duhokê ragihand ku Bexda yê 2 milyon Dînarî wekî xerame bide her êxsîrê ji destê koma têrorîst a DAIŞ`ê rizgar bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2019 15:00 Asia/Tehran
  • Iraq dê xerametê bide êxsîrên ji destê DAIŞ`ê azadbûyî

Serokê Sazîya Koçber û Penaberan a Iraqê li Parêzgeha Duhokê ragihand ku Bexda yê 2 milyon Dînarî wekî xerame bide her êxsîrê ji destê koma têrorîst a DAIŞ`ê rizgar bûye.

Ligorî rapora Malpera Fermî ya PDK`ê, Serokê Sazîya Koçber û Penaberan a Iraqê Iskender Mihemed Emîn di civîneke çapemenîyê de ragihand ku Bexdayê di çarçova alîakrîya bo kesên ji destê DAIŞ`ê rizgar bûyî de, dil heye 2 milyon Dînar wekî xerame bide her yek ji wan.

Serokê Sazîya Koçber û Penaberan a Iraqê li Parêzgeha Duhokê herwiha got: Bexdayê heta niha lîsteyek ku navê 900 kesan ji wan 12 zarokan ku ji destê DAIŞ`ê hatine rizgarkirinê bi awayekî fermî jibo wergirtina wê alîkarîyê erê kirîye.

Wî tekez kir ku hemî êxsîrên ku ji destê DAIŞ`ê hatine rizgarkirinê wê di çend qonaxan de wê xerameyê wergirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`ê de di encama êrişa ser Iraqê de gelek kes kuştin û êxsîr girtin ji wan zêde ji 6 hezar û 500 Kurdên Êzidî li Şingalê ku dîl hatin girtinê û heta vê gavê zêde ji 3 hezar kes ji wan hatine rizgarkirinê û derheq çarenûsa 2 hezar û 940 Kurdên Êzidî hê agahîyek bi dest neketîye.