Ebdulmehdî fermana birêxistinkirina Heşdê Şeibî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305814-ebdulmehdî_fermana_birêxistinkirina_heşdê_Şeibî_da
Serokwezîrê û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê, Adil Ebdulmehdî Duşemiyê bi şev fermana birêxistinkirina hêzên Heşdê Şeibî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2019 03:23 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî fermana birêxistinkirina Heşdê Şeibî da

Serokwezîrê û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê, Adil Ebdulmehdî Duşemiyê bi şev fermana birêxistinkirina hêzên Heşdê Şeibî da.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokwezîrê  û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê di fermaneke ji 10 xalan de li ser pêwîstiya têkilliya fermî navbera Heşdê Şeibî û fermandetiya giştî ya hêzên çekdar û jêbirina navên bikarhatî yên van hêzan di serdema şerê DAIŞê û dewsgirtina wan bi rêxistinên leşkerî wek leşker, Tîp, Gurdan û Grûhanê pêgirî hatiye kirin.

Heşdê Şeibî sala 2014an piştî ku koma têrorîst a DAIŞê hin navçeyên Iraqê dagir kirin, li ser Futwaya Ayetullah Sîstanî Merceyê bilind ê şîeyên Iraqê hat damezirandin û sala 2016an bi erêkirina Parlimana vî welatî kete bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê.