Agirekî mezin bi kargeheka sulfurê li Mûsil ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305669-agirekî_mezin_bi_kargeheka_sulfurê_li_mûsil_ket
Şeva borî li herêma Hemam Elîl ya Mûsilê agirekî mezin li kargeheka sulfurê (gogirdê) ket û agir berdewam dike û ji ber dûkela agir metirsî li ser jiyana hemwelatiyan heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2019 06:43 Asia/Tehran
  • Agirekî mezin bi kargeheka sulfurê li Mûsil ket

Şeva borî li herêma Hemam Elîl ya Mûsilê agirekî mezin li kargeheka sulfurê (gogirdê) ket û agir berdewam dike û ji ber dûkela agir metirsî li ser jiyana hemwelatiyan heye.

Medyaya Iraqê ji ser zarê berpirsên emnî û pizîşkî belav kiriye agirekî mezin li kargeheka sulfurê ketiye û ji ber dûkela agir çend hemwelatî rakirine nexweşxanê.

Herwiha şoferekî otomobîla agirvemirandinê jî ji ber dûkela sulfurê jehrî bûye û can daye. Herwiha parêzgariya Mûsolê daxwaza alîkariya tîmên agir vemirandinê, tendurustiyê û maskeyan li Bexdayê kiriye.

Ligor medyaya xwecihî ya Mûsilê jî agir mezin bûye û heta niha jî nehatiye kontrolkirin. Herwiha daxwaza hawarçûne bo hemû kesî hatiye kirin.

Bi armanca alîkariyê parêzgariya Duhokê û Hewlêrê û çend otomobîlên agirvemirandinê şandin cihê bûyerê.