Wezareta Berevaniya Iraqê: Li Kerkûkê 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Hezîran 25, 2019 08:22 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand, li Kerkûkê herî kêm 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat girtin.
Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandiye, hêzên Iraqî bi piştevaniya firokeyên şer li Kerkûkê operasyonek mezin, ku du rojan dewam kir, li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.
Li gorî agahiyên wezareta Berevaniya Iraqê, di encama wê operasyonê de 14 çekdarên koma terorîstî ya DAIŞê hatin kuştin. Li taxa Wehde ya bajêrê Kerkûkê jî çekdarekî DAIŞê bi komek çekû teqemenî ve hat girtin.
Rast e koma terorîst a DAIŞê li Iraq û Sûriyê têk çû û niha ti deverek di destê wê de nemaye, lê hîn şaxeyên wê yên veşartî li van welatan mane û carna ku derfet ji wan re çêdibe dest davêjin kiryarên terorîstî.