Muqteda Sedr alîgirên xwe vexwendin xwenîşandanê
Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedr a Iraqê yekşemiyê şevê li daxûyaniyekê alîgirên xwe vexwendin ku li dijî rewşa heyî li vî welatî xwenîşandanê bi rê xînin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muqteda Sedr nerazîbûna xwe ji ber kiryara dewleta Iraqê li warê raberkirina xizmetan û rawestana li ber gendeliyê û pêşdebirina reformên giştî li welêt da diyarkirin û ji alîgirên xwe xwest ku xwenîşandanê li dar xînin û ji dewletê daxwaz kir ku bila tivdîrên pêdivî bona parastina xwenîşanderan berçav bigre.
Tê texmînkirin ku bi vê daxûyaniyê alîgirên Sedr hema mîna havîna 2016`an pêleka nû ji nerazîbûnan bidin destpêkirin.
Ev daxûyaniya li halekê hatiye dayîn ku biryar e parlemana Iraqê dengê pêbaweriyê bide kabîna nivîşkan a Adil Ebdulmehdî serokwezîrê vî welatî