Têrorîstên DAIŞ`î 4 zarokên iraqî kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305559-têrorîstên_daiŞ_î_4_zarokên_iraqî_kuştin
Di encama êrişên têrorîstên DAIŞ`ê li şarê Mûsil û parêzgeha Dîyaleya Iraqê da zarokek û serbazek hatin kuştinê û 3 zarok û serbazek jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2019 12:39 Asia/Tehran
  • Têrorîstên DAIŞ`î 4 zarokên iraqî kuştin

Di encama êrişên têrorîstên DAIŞ`ê li şarê Mûsil û parêzgeha Dîyaleya Iraqê da zarokek û serbazek hatin kuştinê û 3 zarok û serbazek jî birîndar bûn.

Çavkanîyên ewlehîyê li Mûsilê ragihandin ku di encama teqîna mînekê li taxa Quds a şarê Mûsilê da zarokek hat kuştinê û 3 zarok jî birîndar bûn.

Navenda Polîsên Dîyalê jî ragihand ku têrorîstên DAIŞ`î di encama êrişa ser navendeke ewelhîyê li gundê Yûsif Hîlanê li rojhilata vê parêzgehê da serbazekî iraqî kuştin û serbazek jî birîndar kirin.