Ji ber teqînekê li Xaneqînê 4 kes birîndar bûn
Hezîran 21, 2019 08:40 Asia/Tehran
Duh xwekujekî li bajarê Xaneqînê beriya xwe biteqîne narîncokeka di destê wî da teqiya ku di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Çalakvanê Medenî Serwer Elî ji bajarê Xaneqînê ji BasNewsê ra got: "Duh li gazinoya Çarçira Xaneqînê kesêkî xwekuj xwestiya xwe biteqîne lêbelê beriya xwe biteqîne narîncokeka di destê wî da diteqe û ji ber wê jî 4 kes birîndar bûn.”
Herwiha Serwer Elî got: “Xwekuj hîn sax e û hêzên emnî bombeyên li ser wî pûç kirin.”
Tevî têkçûna koma terorîst a DAIŞê lê belê hîn çiqên veşartî yên vê koma terorîst di nav Iraqê de perate ne û carna ku derfet ji wan re çê dibe dest davêjin kiryarên terorîstî.