Iraqê karkirina hêzên bîyanî ya bêyî îzna dewletê qedexe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305422-iraqê_karkirina_hêzên_bîyanî_ya_bêyî_îzna_dewletê_qedexe_kir
Dewleta Iraqê di daxûyanîyeke fermî da ragihand ku çalakîya her hêza bîyanî bêyî îzna dewletê li vî welatî qedexe ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2019 04:57 Asia/Tehran
  • Iraqê karkirina hêzên bîyanî ya bêyî îzna dewletê qedexe kir

Dewleta Iraqê di daxûyanîyeke fermî da ragihand ku çalakîya her hêza bîyanî bêyî îzna dewletê li vî welatî qedexe ye.

Ligorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxûyanîyekê da ragihand ku em rê nadin hîç welatekî herêmê yan ji derveyî navçê li axa Iraqê dijî welatên din kar bike.

Ligorî gotina Serokwezîrê Iraqê, hebûna her hêza bîyanî bêyî îzin, rizamendî û çavdêrîya dewletê li axa Iraqê qedexe ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Em dê rê nedin hîç hêzeke çekdar a iraqî yan neiraqî ku derveyî hêzên çekdar ên vî welatî kar bike û ji xwe ra cebilxane û yan jî pêşeyên derveyî kontrol û fermana hêzên çekdar û Fermandeyê Gişt Artêşê hebe.