Bijartina Muhemed Helbûsî wek serokê Hevalbendiya Hêzên Iraqî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305332-bijartina_muhemed_helbûsî_wek_serokê_hevalbendiya_hêzên_iraqî
Hevalbendiya Hêzên Iraqî ragihand ku serokê meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî wek serokê vê Hevalbendiyê hat bijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2019 11:16 Asia/Tehran
  • Bijartina Muhemed Helbûsî wek serokê Hevalbendiya Hêzên Iraqî

Hevalbendiya Hêzên Iraqî ragihand ku serokê meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî wek serokê vê Hevalbendiyê hat bijartin.

Kurdpressê ji zarê malpera nûçeyan ya Someriya Newsê diyar kir ku Hevalbendiya Hêzên Iraqî vê sibeyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku serokê meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî wek serokê vê Hevalbendiyê hat bijartin.

Hevalbendiya Hêzên Iraqî ku piraniya parlemanterên Ehlê Sunetê digire ber xwe di daxuyaniya xwe de desnîşan kir ku Helbusî li civîna êvara şemê ya li Bexdayê wek serokê havalbendiya hanê hat bijartin.

Tê gotin ku zêde ji 40 parlemanterên Hevalbendiya Hêzên Iraqî di civîna hanê beşdar bûn û di wê civînê de Felah Zeydan jî wek serokê Fraksiyona Parlemanî ya vê Hevalbendiyê hat bijartin.