Sedema paşdaketina çûyîna Serokwezîrê Iraqê bo Hewlêrê
Rayedarekî li Partiya Dêmokrat a Kurdustanê (Partî) sedema neçûyîna serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê jibo pîrozkirina serok û serokwezîrê nû yê herêmê şîrove kir.
Li groî rapora Kurd Pressê, Rayedarekî li Partiya Dêmokrat a Kurdustanê (Partî) di hevpeyivîna digel baghdad El Yewmê ragihand ku biryar bû Adil Ebdulmehdîyê serokwezîrê Iraqê Pêncşemiya heftiya bihurî biçe bajarê Hewlêrê yê navenda Herêma Kurdistanê, lê ev çûyîn hat paşdaxistin.
Vî rayedarî her wiha got: Ebdulmehdî biryar da ku çûyîna xwe bo herêmê paşda bavêje, ji ber ku ew naxwaze tenê çûyîneke teşrîfatî û nimadîn be û dixwaze ku di vê çûyînê de hin armancan ji wan diyarkirina çarenivîsa mijara mûçe û niftê navbera Bexda û Hewlêrê bişopîne.
Rayedarê navbirî di vî warî de got: Renge çûyîna Ebdulmehdî bo Hewlêrê heta ragihandina damezirandina dewleta nû ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî paşda bikeve da yekem lihevkirinameya dewleta nû têkildarî meseleya niftê û şandina derhata firotina 250 hezar bermîl niftê di rojê de bo dewleta federal be, bi taybet ku desthilata serokwezîrê nû yê herêmê ku Parlimanê daye wî, berfireh e.