Mûşekek li nêzikî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305304-mûşekek_li_nêzikî_balyozxaneya_amerîkayê_li_bexdayê_ket
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku mûşekeke Katiyoşa li avahiyekê li nêzikî Navçeya Kesk a navenda Bexdayê ketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2019 12:04 Asia/Tehran
  • Mûşekek li nêzikî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ket

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku mûşekeke Katiyoşa li avahiyekê li nêzikî Navçeya Kesk a navenda Bexdayê ketiye.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Îniyê bi şev mûşekeke Kaityoşa li avahiyekê li navçeya Cadiriyê ya navenda Bexdayê û nêzikî Balyozxaneya Amerîkayê li navçeya Kesk ketiye.

Di daxûyaniya Navenda ragihandina leşkerî ya Iraqê hatiye ku di vê bûyerê de ziyanek li tu kesî neketiye.

Navçeya Cadiriyê li nêzikî Navçeya Kesak ye ku têde balyozxaneyên welatan ji wan Balyozxnaeya Aemrîakyê heye.