Pêgiriya Iraqê li ser kêmkirina kêşeyên vê dawiyê yên Amerîka digel Îranê
Serokwezîrê Iraqê daxwaza kêmkirina kêşeyên Amerîkayê digel Komara Îslamî ya Îranê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê roja Îniyê di hevpeyivîna têlêfonî tev Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkyê tevî amajeya bi hewildana Iraqê jibo serêxwegirtina aramî ûtenahiyê li navçeyê, kêşeyên heyî li navçeyê jibo ewlehî, aramî û berjewendiyên welatên navçeyê, Ewropa û Cîhanê bitalûke da zanîn.
W berêvara Pêncşemiyê bêyî raberkirina ti belge û şehediyekê Îran wek berpirsê êrîşa li ser du gemiyên niftkêş li Deryaya Omanê da zanîn.
Sibeha roja Pêncşemiyê agir bi du gemiyên niftkêş li Deryaya Omanê ket.
Wezareta Ticaretê ya Japonyayê ragihand ku barê van du gemiyan yê Japonyayê bû.
Sibeha roja Pêncşemiyê agir bi du gemiyên niftê yên hilgirê barê japonyayê li Deryaya Omanê ket.
Ev gemî li avên Deryaya Omanê tûşî bûyerê bûn û li opey wê hin teqîn û agirpêketin di van gemiyan de qewimîn.
Yekîneya lêgerîn û filitandina deryayî ya Rêxistina bender û deryageriya Îranê derdem piştî qewimîna vê bûyerê, bi rizgarkirina personel û xizmetkarên van du gemiyan, ewna jibo raberkirina xizmetên munasib û dermanî bo bendera caskê li başûrê Îranê veguhestin.