Berteka Rêberê Tevgera Sedr li hember operasyona eskerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê
Rêberê Tevgera Sedr ya Iraqê, operasyona hewayî ya Tirkiyê li bakurê welatê hanê şermezar kir.
Li gorî rapora roja îniyê ya Tesnîm News`ê, Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr ya Iraqê ji dewleta Bexdayê xwest ku sînorên Iraqê biparêze û ewlehiya wê dabîn bike ku ev welata nebe meydana destdirêjiyê ya welatên cîran.
Sedr bal kişand ser vê yekê ku bombebarana sînorên Iraqê aloziya li navçê gurtir dike û ji dewleta Tirkiyê xwest ku xwestekên neyarên dewleta vî welatî bi aşitî çareser bike.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê çarşemiyê bi şev li daxûyaniyekê li bara dewama operasyona eskerên vî welatî li bakurê Iraqê bi mehna rawestana li hember mîlîtanên PKK agahî da.
Tirkiyê li salên derbasbûyî bi caran bi mehna serkutkirina endamên PKK destdirêjî kiriye ser axa Iraqê ku rastî berteka tund a dewleta Iraqê û welatên din ên cîhanê hatiye.