Kêfxweşiya serokwezîrê Iraqê ji ber alûgurên siyasî yên Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Iraqê, li axiftinekê bijartina serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê weke kiryarên giring û kêrhatî ji bo Iraq û Herêmê da zanîn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê û ji zarê Kurdistan 24 `ê, Adil Ebdulmehdî li axiftina xwe ya heftiyê bal kişand ser alugurên siyasî yên vê dawiyê li Herêam kurdistanê û bijartina Nêçîrvan Barzanî wek serok û Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê û teqez kir ku ev kiryar bo pêkanîna aramiyê li herêmê û Iraqê pir giring e.
Serokwezîrê Iraqê amaje kir ku gelê Iraqê agahiya siyasî ya pêwîst heye û siyasetvan jî hestyariya qonaxa niha fehm dikin û hemî aliyên siyasî yên welêt piştgiriyê didine alugur û kiryarên siyasî yên cihhtaî li Herêmê.
Wî tevî diayrkirina kêfxweşiya xwe ji van kiryaran, teqez kir ku alûgurên vê dawiyê dikare li çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û peywendiyên bi Bexdayê re bi bandor be û loma dewleta iraqê jî jê pêşewaziyê dike û piştgiriyê dide wê û li vê çarçoveyê wî nûnerê xwe şandiye ku beşdarê mersima sondxawrinê ya nêçîrvan Barzanî bibe û serokkomar û liv û tevgerên siyasî yên din jî beşdarê vê mersimê bibûn.