Kêfxweşiya serokwezîrê Iraqê ji ber alûgurên siyasî yên Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305219-kêfxweşiya_serokwezîrê_iraqê_ji_ber_alûgurên_siyasî_yên_herêma_kurdistanê
Serokwezîrê Iraqê, li axiftinekê bijartina serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê weke kiryarên giring û kêrhatî ji bo Iraq û Herêmê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2019 15:43 Asia/Tehran
  •  Kêfxweşiya serokwezîrê Iraqê ji ber alûgurên siyasî yên Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Iraqê, li axiftinekê bijartina serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê weke kiryarên giring û kêrhatî ji bo Iraq û Herêmê da zanîn.

Li gorî rapora Kurdpress`ê û ji zarê Kurdistan 24 `ê, Adil Ebdulmehdî li axiftina  xwe ya heftiyê bal kişand  ser alugurên  siyasî yên vê dawiyê li Herêam kurdistanê û bijartina  Nêçîrvan Barzanî  wek serok û Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê û teqez kir ku ev kiryar bo pêkanîna aramiyê li herêmê û Iraqê pir giring e.

Serokwezîrê Iraqê amaje kir ku  gelê Iraqê agahiya siyasî ya pêwîst heye û siyasetvan jî hestyariya  qonaxa niha fehm dikin û hemî aliyên siyasî yên welêt piştgiriyê didine alugur û kiryarên siyasî yên cihhtaî li Herêmê.

Wî tevî diayrkirina  kêfxweşiya xwe ji van kiryaran, teqez kir ku alûgurên vê dawiyê dikare li çareserkirina  pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û peywendiyên  bi Bexdayê re  bi bandor be û loma  dewleta iraqê jî jê pêşewaziyê dike û piştgiriyê dide wê û li vê çarçoveyê wî nûnerê xwe şandiye ku beşdarê mersima sondxawrinê ya nêçîrvan Barzanî bibe û serokkomar û liv û tevgerên  siyasî yên din jî beşdarê vê mersimê bibûn.