Sefîrê Îranê li Bexdayê û Serokê Dadgeha Fêdêral a Iraqê civîyan
Hezîran 11, 2019 14:58 Asia/Tehran
Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê û Serokê Dadgeha Fêdêral a Iraqê derbarê meseleyên hiqûqî yên îranîyan de gotûbêj kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a IRNA`yê, Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî ku bi merema pişkdarîya di merasima sondxwarina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da çûye Hewlêrê, îro bi Serokê Dadgeha Fêdêral a Iraqê Midhet Mehmûd re derbarê meseleyên hiqûqî û dadwerîyê yên îranîyan de rawêjkarî kir.
Mescêdî herwiha li rex merasima sondxwarina Serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî bi hejmarek rayedarên pillebilind ên vî welatî û Herêma Kurdistanê re gotûbêj pêk anî.