Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê xebnata xwe destpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305136-balyozê_nû_yê_amerîkayê_li_iraqê_xebnata_xwe_destpê_kir
Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê roja Yekşemiyê bi radestkirina belgeya xwe ya balyoztiyê bo serokomarê Iraqê xebata xwe ya fermî li vî welatî dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2019 06:06 Asia/Tehran
  • Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê xebnata xwe destpê kir

Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê roja Yekşemiyê bi radestkirina belgeya xwe ya balyoztiyê bo serokomarê Iraqê xebata xwe ya fermî li vî welatî dest pê kir.

Matiyo Toyler, Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê ku çend mehan berê li dewsa Daglas Sîlîman balyozê wêdadayî yê vî welatî li Bexdayê hatibû tayînkirin, roja Yekşemiyê di du hevdîtinên cuda de bi radestkirina belgeya xwe ya balyoztiyê bo Berhem Salihê serokomarê Iraqê û versiyonek ji wê bo Mihemed Elî Hekîm Wezîrê karên derve, bi fermî çalakiya xwe li vî welatî dest pê kir.

Toyler beriya memûriyeta li Iraqê, Balyozê Amerîkayê li Yemenê bûye û çaverêtîheye ku bi destpêkirina xebata wî, pêleke nû ya destwerdanên Amerîkayê li karên navxweyî yên Iraqê dest pê bibe.

Çavkaniyên nûçeyan beriya wêdadayîna Daglas Sîlîman Balyozê Amerîkayê li Iraqê ji ebr xebata lawaz di warê dabînkirina xwestekên Amerîkayê jibo destwerdana di hilbijartina parlimanî ya Iraqê û damezirandina dewleta nû ya vî welatî û qala danîna balyozê Amerîkayê li yemenê dewsa wî kiribûn.

Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê bi hebûna helwêstên tund li dijî Bereya Berxwedanê li navçeyê ji wan Tevgera Ensarullahê ya Yemenê nasyar e.