Teqînên terorîstî li Kerkûkê: 7 kuştî û birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305108-teqînên_terorîstî_li_kerkûkê_7_kuştî_û_birîndar
Ji ber sê teqînan li bajarê Kerkûkê û deverên din ên vê parêzgehê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2019 12:07 Asia/Tehran
  • Teqînên terorîstî li Kerkûkê: 7 kuştî û birîndar

Ji ber sê teqînan li bajarê Kerkûkê û deverên din ên vê parêzgehê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor Kurdpressê, Televîziyona K24 ragihand ku duh li gundê Hemdaniye ya derdora bajarê Huweycê li parêzgeha Kerkûkê li ber erebeya polîs bombek teqiya ku di encamê de efserekî polîs û mirovekî sivîl hatin kuştin.

Çend saetan berî vê teqînê hêzên ewlehiyê ragihandin ku bombeyek teleyî li gundê Sedûniye teqiya ku polîsek hate kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Di encama teqîneke din li bajarokên nûçêkirî yên Kerkûkê de jî sivîlek hate kuştin û du sivîl jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku êvara pêncşema borî jî li Kerkûkê şeş bombe teqiyan ku di encama wan de 4 kes hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.