Berhem Salih: Iraq ji bo hevahengiya helwêstên xwe bi Ewropayê re cidî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305103-berhem_salih_iraq_ji_bo_hevahengiya_helwêstên_xwe_bi_ewropayê_re_cidî_ye
Serokomarê Iraqê got: Bexda li hevahengiya helwêstên xwe bi Ewropayê re derheq guhertin û geşatiyên deverê û yên navneteweyî cidî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2019 10:16 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Iraq ji bo hevahengiya helwêstên xwe bi Ewropayê re cidî ye

Serokomarê Iraqê got: Bexda li hevahengiya helwêstên xwe bi Ewropayê re derheq guhertin û geşatiyên deverê û yên navneteweyî cidî ye.

Li gor IRNA, serokomarê Iraqê Berhem Salih duh li hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê Heiko Maas li Bexdayê desnîşan kir ku helwêst û siyaseta Iraqê derheq krîzên navçê zelal e û got: Iraq parek ji kûratiya erebî û Îslamî li navçê ye û ti caran derheq pêsparteyên xwe yên di çarçova berjiwendiyên hevpar de ji bo damezirîna aştî û ewlehiyê li navçê kêmasiyê nake.

Berhem Salih got: Iraq ji bo yekperçekirina hewldanên bona gotûbêjên kêrhatî û xwedûrkirina ji mudaxileya li karûbarên welatên din, xebatên xwe berdewam dike.

Serokomarê Iraqê herwiha rola Almanyayê ji bo piştgiriya ji aştî û kêmkirina kêşeyan li navçê girîng nirxand û ew di çarçova pêkanîna pêşerojeke geş û baş ji bo gelên deverê da zanîn.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maasduh li hevdîtina Serokomarê Iraqê Berhem Salih desnîşan kir ku welatê wî piştgiriyê dide Iraqê li gişt mijaran û dixebite ku pêwendî û hevakiyên du welatan zêde ji berê berfire bibin.

Wezîrê derve yê Almanyayê herwiha li bexda bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re jî hevdîtin pêk anîn.