Li Şengalê agir bi dexl û danê ket, du kes şewitîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305097-li_Şengalê_agir_bi_dexl_û_danê_ket_du_kes_şewitîn
Li sînorê Sinûnê ya Şengalê vê sibê agir li dexl û danên welatiyan ket, du welatî jî di dema vemirandina agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2019 08:24 Asia/Tehran
  • Li Şengalê agir bi dexl û danê ket, du kes şewitîn

Li sînorê Sinûnê ya Şengalê vê sibê agir li dexl û danên welatiyan ket, du welatî jî di dema vemirandina agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li nahiya Sinûnê ya Şingalê, agir bi zeviyên cotkaran ket û du cotkar di nav agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Qaymeqamê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Berekat Îsa ji BasNewsê re got, şeva borî agir bi zeviyên cotkarên Sinûnê ket, di encamê de bi sedan donim zevî şewitîn.

Berekat Îsa da zanîn, dema cotkar û welatiyan hewla vemirandina agir didan, du cotkar di nav agir de şewitîn û ji ber giraniya birînên xwe can dan.

Qaymeqamê Sinûnê anî ziman, li gorî agahiyan tê gotin ku ew şewat ji ber temasa elektirîkê derketiye û got, lê hîn lêkolîn nehatine kirin û raport nehatiye derxistin.