Serçeteyek û 6 çeteyên DAIŞê li El Enbara Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305020-serçeteyek_û_6_çeteyên_daiŞê_li_el_enbara_iraqê_hatin_kuştin
Çavkaniyên Iraqî yên nûçeyan çarşemiyê bi şev qala kutşina serçeteyekî DAIŞê bi navê Emîr El Cezîre û şeş kes ji hevriyên wî li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2019 05:04 Asia/Tehran
  • Serçeteyek û 6 çeteyên DAIŞê li El Enbara Iraqê hatin kuştin

Çavkaniyên Iraqî yên nûçeyan çarşemiyê bi şev qala kutşina serçeteyekî DAIŞê bi navê Emîr El Cezîre û şeş kes ji hevriyên wî li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên Iraqî yên nûçeyan çarşemiyê bi şev qala kutşina serçeteyekî DAIŞê bi navê Emîr El Cezîre û şeş kes ji hevriyên wî li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî kirin.

Li gorî vê raporê, ev serçeteyê DAIŞê û hevrêyên wî di operasiyona hevpar a hêzên artêş û eşîrên Iraqê li navçeya Dulabê li rojavaya parêzgeha Enbarê hatine kuştin.

Di vî halî de, Talib El Mûsewî ji fermandarên Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata vî welatî qala pûçkirina êrîşa koma têrorîst a DAIŞê  li ser rêûrisma Cejna Pîroz a Remezanê li vê parêzgehê kir.

Talib El Mûsewî ji fermandarên Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî got: Hêzên Heşda şeibî roja Çarşemiyê 6 bombeyên danandî ji aliyê DAIŞê ve bona êrîşa ser merasîma Cejna Remezanê li Diyaleyê pûç kirin.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê hîn jî hejmareke vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî cih tînin.