Serokomarê Iraqê: Peywendîyên Iraq û Îranê dîrokî û qahîm in
Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê de pêgirî kir ku peywendîyên Iraq û Îranê dîrokî û qahîm in.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro danê êvarê di hevdîtina Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî bi wî re li Qesra Selamê pêgirî kir: "Komara Islamî ya Îranê, welatekî misilman û cînarê mezin ê Iraqê 1400 kîlomêtr sînorê hevpar digel Iraqê heye ku zemîne û peywendîyên hevpar ên zef û kûr di navbera her du alîyan de hene".
Serokomarê Iraqê Berhem Salih nerazîbûna xwe himberî daxûyanîya dawîya civîna serokên welatên endamê Yekitîya Ereban ku têda Têhran bi hegera serederîya xwe li herêmê hatibû şermezarkirinê, nîşan da û got: "Ewlehîya Îranê wekî welatekî cînar ku hemî hewla xwe jibo vekirina derîyê gotûbêjên avaker û retkirina şîdetê bi kar anîne, divê were parastinê".
Berhem Salih û Îrec Mescêdî di civîna li Bexdayê de herwiha derbarê alûgrên herîdawîyê yên peywendîyên her du welatan û alûgurên navçê da gotûbêj kirin.