Hekîm: Roja Qudsê boneyeke guncav jibo yekitîya misilmanan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304839-hekîm_roja_qudsê_boneyeke_guncav_jibo_yekitîya_misilmanan_e
Serokê Hevalbendîya Çaksazî û Avedankirinê ya Iraqê got: Roja Qudsê boneyeke girîng jibo yekbûna misilmanan bi merema hevdengîya himberî plana dijî dijî qibleya yekem a misilman Qudsê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2019 06:56 Asia/Tehran
  • Hekîm: Roja Qudsê boneyeke guncav jibo yekitîya misilmanan e

Serokê Hevalbendîya Çaksazî û Avedankirinê ya Iraqê got: Roja Qudsê boneyeke girîng jibo yekbûna misilmanan bi merema hevdengîya himberî plana dijî dijî qibleya yekem a misilman Qudsê ye.

Serokê Hevalbendîya Çaksazî û Avedankirinê ya Iraqê Emmar hekîm di daxûyanîyekê de derbarê plana Rêjîma Sîyonîst a jibo guhertina demogirafîya şarê Qudsê û herwiha berfirekirina çêkirina bajarokan li vî şarî da hişyarî da.

Hekîm di wê daxûyanîyê de ji sazîyên navnetewî û di serî de ji UNESCO`yê xwest ku erka xwe himberî bûyerên li şarê Qudsê diqewimin, cih bînin.

Wî herwiha got ku Quds yê nasnama Islamê û misilmanan û paytexta ebedî ya Filistînê be û hemî hewildanên jibo herifandina wê zû yan dereng yê pêrgî işkestê bibin.

Serokê Hevalbendîya Çaksazî û Avedankirinê ya Iraqê herwiha ji ber meyla gelên islamî û azadîxwaz jibo pişkdarîya di xwenîşandana Roja Cîhanî ya Qudsê de sipasî kir.