Îran, Sûrîye, Ûrsêt û Iraq li Bexdayê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304838-Îran_sûrîye_Ûrsêt_û_iraq_li_bexdayê_civîyan
Nunerên Komara Islamî ya Îranê, Iraq, Sûrîye û Ûrsêtê şeva buhurî li Bexdayê civîyan û rewşa herîdawîyê ya têrorîsmê û liv û tevgerên komên têrorîst li herêmê hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2019 06:23 Asia/Tehran
  • Îran, Sûrîye, Ûrsêt û Iraq li Bexdayê civîyan

Nunerên Komara Islamî ya Îranê, Iraq, Sûrîye û Ûrsêtê şeva buhurî li Bexdayê civîyan û rewşa herîdawîyê ya têrorîsmê û liv û tevgerên komên têrorîst li herêmê hilkolandin.

Hevdengîya di warê têkoşîna dijî şaneyên veşartî û mayî yên komên têrorîst û gotûbêja derbarê rêyên berfirekirin û pêşxistina hevkarîyên di warê ewlehîyê de ji mêhwerên din ên civîna çaralî li bexdayê bûn.

Rêvebirê Lêzanînên Artêşa Iraqê û Serokê Navenda Veghortina Lêzanîn a Çaralî Seid Elaq di civîna bexdayê de amajeyî damezirandina vê navendê di sala 2015`ê de kir û hevkarîya her çar welatan di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de kêrhatî zanî.

Pilledarê Leşkerî û Serokê Desteya Komara Islamî ya Îranê Serdar Mistefa Miradîyan jî di vê civînê de pêngavên Îranê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê li vê navendê de rave kirin û pêgirî ser amadebûna bo her cure hevkarîya di warê têkbirina tam a têrorîsmê li herêmê de kir.

Veghortina lêzanînan nemaze gîhandina lêzanînan bo hêzên iraqî û sûrî di warê naskirin û êrişa ser çeperên girîng û hestyar ên DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst li Iraq û Sûrîyê yek ji karên serketî yên vê navendê bûye.