Pêgirîya Serokomarê Iraqê ser piştgirîya ji Mizgevta Qudsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304837-pêgirîya_serokomarê_iraqê_ser_piştgirîya_ji_mizgevta_qudsê
Serokomarê Iraqê xwest ku welatên Ereb û Misilman piştgirîyê bidin Qudsê û Mizgevta Eqsayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2019 06:01 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Serokomarê Iraqê ser piştgirîya ji Mizgevta Qudsê

Serokomarê Iraqê xwest ku welatên Ereb û Misilman piştgirîyê bidin Qudsê û Mizgevta Eqsayê.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih şeva buhurî di civîna Serokên Yekitîya Ereban li Mekê da got: Mizgevta Eqasayê banga alîkarîyê dide, di halekî da ku kes bersivê nadê.

Serokomarê Iraqê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê welatê misilman û bira ye û ewlehî û istiqrara wî ser xêra hemî navçê û welatên Ereb e.

Berhem Salih herwiha got: Ewlehîya Iraqê bingeha ewlehîya herêmê tê zanîn û her gêre û şerê ihtimalî li navçê, yê ewlehîya Iraqê bêxe ber xeterê.

Serokomarê Iraqê bi gotina vê yekê ku xurtkirina istiqrar û ewlehîya Iraqê hewcedarê piştgirîya welatên Ereb û herêmê ye, dîyar kir: Iraq xwazyarê muzakireya rasterast û avaker jibo çareserkirina qeyranan û dûrketina ji şîdet û şêrr li herêmê ye.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih herwiha pêgirî ser rêzgirtina li mafê gelê Sûrîyê yê hebûna jîyaneka azad û birûmet kir û got: Divê rêz li serwerîya welatan bê girtinê û destwerdana bîyanîyan di karên navxweyî yên wan de nayê qebûlkirinê û divê were şermezarkirinê.