Zincîreteqînên li Kerkûkê, 24 kuştî û birîndar hene
May 31, 2019 05:40 Asia/Tehran
Di encama zincîreteqînên li navenda şarê Kerkûkê da 6 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundur a Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku şeva buhurî di encama teqîna 6 bombeyan li deverên curbicur ên şarê Kerkûkê da 6 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Ligorî vê daxûyanîyê destpêkê çar teqîn li Cadeya Qudsê û Rêya Bexdayê li nav bajarê Kerkûkê qewimîn û piştre du teqîn jî li nav bajarê Kerkûkê qewimîn û bi vî awayî hejmara teqînan gihîştiye şeşan. Herwiha 2 teqîn bi rêya bombên vedayî û 2 yên din bi rêya otomobîlên bombekirî û li Cadeya Qudsê û Rêya Bexdayê bûne.
Şebekeya Ewlehiyê ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, li bajarê Kerkûkê 6 teqîn qewimîn û 2 bombe jî hatin pûçkirinê.