Şandina desteyeke iraqî bo Bêyrûtê jibo vegerandina Parêzgarê berê yê Kerkûkê
Çavkanîyekî iraqî ragihand ku desteyeke Dezgeha Têkoşîna Dijî Gendelîya Darayî û Idarî ya vî welatî jibo vegerandina Parêzgarê berê yê Kerkûkê çûye Paytexta Libnanê.
Çavkanîyekî iraqî di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a RT ya Erebî ya Ûrsêtê de ragihand ku desteyeke Dezgeha Têkoşîna Dijî Gendelîya Darayî û Idarî ya vî welatî duh gihîşte Bêyrûtê ta ku karên pêwîst jibo vegerandina Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bike.
Ligorî vê raporê, ew desteya ji hêla dewleta Iraqê ve hatîye erkdarkirinê û Wezareta Karên Derve ya vî welatî jî pêbawerî lê heye û Necmedîn Kerîm di çend sietên bê yê ji Bêyrûtê bo Bexdayê bê vegerandinê.
Şayanî gotinê ye ku hêzên ewlehîyê yên Libnanê vê dawîyê Parêzgarê berê yê Kerkûkê dema gihîşte Balafirgeha navnetewî ya Refîq Herîrî ya şarê Bêyrûtê girtin lê, ew piştî demekê bi kefalet hat azadkirinê, herçend ku pasporta wî hatîye zevtkirin û derketin jibo wî hatîye qedexekirin, lewma ew nikare ji Libnanê derkeve.