Sekinîna serokomarê Iraqê ser xurtkirina peywendiyan vî welatî bi Îranê re
Serokomarê Iraqê li hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê re desnîşan kir ku Iraqê dixwaze peywendiyên xwe bi Îranê reberfire bike.
Nivîsgeha Berhem Salih serokomarê Iraqê bi daxûyaniyekê bal kişand ser hevdîtina Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bi Berhem Salih re û ragahnd ku serokomarê Iraqê li hevdîtina xwe bi Muehmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ser daxwaza Iraqê bona xurtkirina peywendiyan bi Îranê û hewldana Bexdayê bona xurtkirina peywendiyan bi welatên Îslamî û erebî û teqez kir.
Li vê daxûyaniyê de hatiye: Iraq hewl dide bibe xala peywendiyê navbera welatên dost û bira û û bibe xala aramiyê li navçê û bona damezrandina peywedniyên hevseng bi hemî welatan bi taybet welatên cîran li gor berjewendiyên hevpar hewl dide.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî li hevdîtina xwe bi Berhem salih li bara hez û meyla Komara Îslamî ya Îranê bona berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiya dualî navbera du welatan agahî da û got Helwêsta Îranê alîkariya bo Iraqê li warên curbicur e.