Pêgirîya Serokomarê Iraqê ser berfirekirina peywendîyên digel Îranê
Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê de pêgirî ser girîngîya xurtkirina peywendîyên Bexda û Têhranê kir.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih şeva buhurî di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Bexdayê da, xurtkirina peywendîyên digel Îranê û welatên islamî faktorek jibo xurtkirina istiqrarê li herêmê û danîna peywendîyên hevseng di çarçova berjewendîyên hevpar de zanî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî di vê hevdîtinê amajeyî ser meyla Têhranê jibo berfirekirina hevkarîyên digel Bexdayê kir û got: Îran di gişt waran de pişta iraqê digire.
Zerîf di vê hevdîtinê da herwiha dawetnama fermî ya ji hêla Serokê Komara Islamî ya Îranê ve raberî Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.
Pêwîstîya hewildana jibo girtina pêşîya gêreyê yan gurrbûna wê l iherêmê, pêwîstîya gotûbêja bi armanca xurtkirina bingehên aştîyê li navçê û girîngîya hewildana hevpar jibo parastina navçê himberî zîyanên ji ber boykotan ji mêhwerên din ên gotûbêja Zerîf û Salih bûn.